Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanên Bêsînor Raporta Nû Eşkere Dike, Rojnamevan Herî Pir li Tirkîyê Girtî Ne


Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) ragihand ku li seranserê cîhanê 348 rojnamevan jiber karên xwe di girtîgehê de ne.

Li gor daneyên RSF'ê, hejmara girtîyan li gor par 6 ji sedî zêdê bûye. RSF dîyar dike ku hejmara rojnamevanên girtî heta niha ti carî ewqas zêde nebûye.

RSF'ê li Berlînê bi daxuyanîyekê da zanîn ku li Tirkîyê, piştî darbeyê gelek rojnamevan hatine girtin û ew jî bûye sedem ku hejmara rojnamevanên girtî îsal pir zêde be.

Raporta RSF'ê dîyar dike ki li Tirkîyê ji 100î bêhtir rojnamevan di girtîgehê de ne û ji van girtîyan 41 kes tenê ji ber karê rojnamevanîyê hatine girtin. Bi girtinên piştî darbeyê, Tirkîye li seranser cîhanê bûye dewleta ku herî pir rojnamevan girtî ne.

RSF'ê bi berdewamî dîyar kir ku piştî Tirkîyê, herî zêde li Çîn, Misir, Sûrîye û Îranê rojnamevan girtî ne. Di nav 348 rojnamevanên girtî de 146 rojnamevanên blogvan jî hene.

Berdevka Desteya Rêvebirîya RSF'ê Britta Hilpert got ku Tirkîye di girtina rojnamevanan de hed û hesabê nizane.

“Ev dewleta ku bernamzeta Yekîtîya Ewropa ye, bi girtina ewqas rojnamevan ve xwe kiriye tayê Çînê, Sûrîyê û Îranê. Ev jî nîşan dide ku çawa karbidestên Tirk rê li ber azadîya çapemenîyê digirin,''Hilpert got.

XS
SM
MD
LG