Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

RSF: Rojnamevan Deniz Yucel Dijî Tirkîyê Doz Vekir


Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) ragihand ku Denîz Yucel dijî Tirkîyê doz vekiriye.

RSF ya Tirkîyê ji hesabê fermî yê Twitterê da zanîn ku nûçegihanê Die Welt’ê Deniz Yucel, jiber ‘’girtîbûna neheq’’ li Tirkîyê doza tezmînatê, ku 1,ooo,ooo lîraya Tirk e, vekiriye.

Deniz Yucel yê 44 salî, ku hemwelatîyê Tirkîyê û Almanya ye, bê ku îdianameya djiî wî hebe li Tirkîyê bi qasî salekê di girtîgehê de mabû.

Yucel, di meha Sibatê de hatibû berdan û vegerîbû Almanya. Yucel bi ‘’propagandaya terorê’’ û ‘’tûjkirina gel bo nefret û dijminîyê’’ tê tawanbar kirin.

Rûniştina yekê ya doza Yucel di meha Hezîranê de pêk hatibû û berata wî hatibû red kirin.

Rûniştina duyê ya Yucelê dê di 20’ê Berfanbarê de pêk were. Dozgerî bo Yucel heta 19 sal cezaya girtîgehê dixwaze.

XS
SM
MD
LG