Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Rewşa Welêt Ne Xema CHP Ye


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku rewşa welêt û bajaran ne xema Partîya Gel ya Komarî (CHP) ye.

Erdogan dîyar kir ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) jibo sedsala nû ya Tirkîyê dixebite loma jî gel di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de jî piştgirîya wan bike.

‘’Li CHP’ê herkes li gor berjewendîyên xwe tevdigere. CHP wan partîyên ku heta do pêr pê re dimeşîya jî nabîne. Wan bi kar tîne û berdide’’

Wî got ku CHP li hember heval û hevbendên xwe bi awayekî ‘’hovane’’ tevdigere û dîyar kir ku partîyeke wisa nikare bi awayekî baş bajaran bi rêve bibe.

Serokê Tirkîyê piştî serketina di hilbijartinên giştî yên Gulana 2023’yan de gotibû ku ewê bi taybetî jibo sitandina Stenbolê dest bi xebatan bikin.

Li Stenbolê sala 2019’an berbijarê CHP’ê Ekrem Îmamoglu bi piştgirîya partîyên muxalefetê bi ser ketibû û ew jibo hilbijartinên 31’ê Adarê jinûve berbijarê CHP’ê ye.

Berbijarê AKP’ê yê Stenbolê Murat Kurum e ku wî berê ser îqlim û bajaran wezîrî kiriye.

Hin pisporên sîyasetê dibêjin li Stenbolê wê helwesta DEM Partî jibo encaman dîyarker be.

DEM Partî wê li Stenbolê berbijarê xwe derxe yan wê bi CHP’ê re hevkarîyê bike heta niha jî hîn zelal nebûye.

Jêder: NTV

XS
SM
MD
LG