Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Tirkîye bi Rûsya û Sûrîyê re Mekanîzmayeke Sêalî Dixwaze


Erdogan cabinet meeting
Erdogan cabinet meeting

Televîzyona Haberturk îro Pêncşemê ji zarê Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku wî ji Serokê Rûsya Vladimir Putin pêşnîyar kiriye ku mekanîzmayeke sêqolî were damêzirandin ku dîplomasîya navbera Enqerê û Şamê bilezîne.

“Min ji Putin re pêşnîyaz kir ku di navbera Tirkîye, Rûsya û Sûrîyê de pêşengîya jimareke civînan bike da ku peywendîyên cemidî yên bi Şamê re jinûve biveje,” Erdogan, berî ku here Tirkmenistanê ji rojnamevanan re got.

Erdogan got ku di destpêkê de sazîyên îstixbaratî, dû re wezîrên berevanî û paşê jî wezîrên derve yên her sê dewletan dikarin bicivin.

“Piştî van civînan, rêberên wan dewletan dikarin werin ba hev. Min ew yek ji Rêzdar Putin re pêşnîyar kir û nerîna wî ya hember pêşnîyarê jî erênî ye,” Erdogan got.

XS
SM
MD
LG