Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Wê di Demeke Nêzîk de Serdana Rûsya Bike


Berdevikê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Omer Çelîk îro Duşemê ragihand ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan wê di demeke nêz de serdana Rûsya bike.

Çelîk got ku Erdogan wê biçe Soçi ya li Derya Reş ya da ku vejandina Peymana dexilûdan ya Derya Reş gotûbêj bike.

Lê, wî dîyar nekir ku Erdogan wê bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re hevdîtin bikin yan na.

Peymana dexilûdan ya Derya Reş bi navbeynkarîya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Tirkîyê di Tîrmeha 2022’an de hatibû îmza kirin.

Peymanê destûr dida Ukrayna ku tevî şerê berdewam dexilûdan ji benderên xwe yên deryayî bi rengekî ewle derxîne.

Lê, peyman tenê bo salekê berdewam kir û Rûsya di 17’ê Tîrmehê de ji wê vekişî.

Enqere ji vê demê wir ve hewil dide Moskowê razî bike ku ew vegere peymanê.

XS
SM
MD
LG