Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Êrîşa Rûsya bo Aştî û Aramîya Heremê Darbeyeke Giran E


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pencşemê dîyar kir ku kiryarên leşkerî yên Rûsya yên li Ukrayna qanûnên navneteweyî binpê dike.

Erdogan ragihand ku êrîşa Rûsyayê jibo aştî û aramîya heremê ' darbeyeke giran' e.

Wî di civîneke navneteweyî ya li Enqerê got ku Tirkîye jiber ku Rûsya û Ukrayna rûbirûyê hev in,' ji dil xemgîne'.

"Em banga xwe ya bo çareserîya kêşeyên di navbera Rûsya û Ukraynayê di çarçoveya peymana Mînskê de bi rêya dîyalogê dubare dikin, ku bi her du welatan re jî têkilîyên me dîrokî yên kûr in û têkilîyên me yên dostane hene, " Erdogan got.

Herwiha, Erdogan dîyar kir ku Tirkîye wê "tiştê ku dikeve para wê bike ku ewlehîya her kesê ku li Ukraynayê dijî were piştrast kirin,” di nav de welatiyên Tirk û Tatarên Kirimê, ku Tirkîye bi wan re xwedî kokên hevpar yên etnîkî û çandî parve dike.

Erdogan ser êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukrayna îro bi karbidestên xwe re civîneke awarte li dar xist.

XS
SM
MD
LG