Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkîyê Erdogan Serdana Îranê Dike


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan serdana Îranê dike ku peywendîyên heyî baştir bike û çend peymanên aborî îmza bike.

Birêz Erdogan derengîya Sêşemê giheşte Tehranê û ew jî alîyê Cîgirê Serokê Îranê Îshaq Cîhangirî ve hate pêşwazî kirin.

Erdogan dû re bi Serokê Îranê Hasan Ruhanî û Rêberê Ruhanî Ayetullah Alî Xamaneyî re hevdîtinan kir.

Pişka Farsî ya Dengê Amerîka radigihîne ku ev ne serdana yekê ya birêz Erdogan e. Lê, ev serdana di vê demê te tê ku her du welat li ser kêşeya Sûrîyê bi alîyên dijî hev de ne.

Gava Tirkîye piştgirîya opozîsyona Sûrî dike, Îran jî piştevanîya Serokê Sûrîyê Beşar Esed dike.

Tevî hebûna wê cudabîrîyê, Enqere di demên dawî de piştgirî dikir ku Tehran jî di danûstandinên ser peşeroja Sûrîyê de amade be.
XS
SM
MD
LG