Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: 400,000 Kes ji Îdlibê Direvin, Ber bi Tirkîyê Tên


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê got ku nêzî 400,000 kes di encama êrîşên hikûmeta Sûrîyê de, ji herêma Îdlibê direvin û ber bi sînorê Tirkîyê tên.

Erdoan got ku rêxistinên alîkarî yên Tirk li Îdlibê pirtir ji 10,000 xanî ava kirine ku kesên derbider tê de bimînin.

Wî da zanîn ku Tirkîye hewilên xwe didomîne ku rê li ber hatina girseya ya penaberên Sûrî ya nav tixubê wê bigire.

Erdogan herwiha da zanîn ku Serokwezîra Almanya Angela Merkel soz daye ku Almanya alîkarîya projeyên Tirkîyê bike.

XS
SM
MD
LG