Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Emê di Demeke Nêz de Têkevin Nav Efrînê


Sîvîl dibin qurbanêyên êrîşên Tirkîyê yên ser Efrînê
Sîvîl dibin qurbanêyên êrîşên Tirkîyê yên ser Efrînê

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan da zanîn ku Artêşa Tirk û Artêşa Azad ya Sûrîyê dê di demeke nêz de têkevin navenda bajarê Efrînê.

‘’Astengên dawî yên bo dorpêçkirina navenda Efrînê jî em radikin. Ji Cîndiresê heta Efrînê 6 kîlometre mane,’’ Erdogan got.

Karbidestên Amerîkî û berdevkên Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) dîyar dikin ku jiber operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê, bala li ser têkoşîna dijî rêxistina tundrê belav dibe.

Tirkîye îdia dike ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) baskeke Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) ye û ew li hember wê ‘’berevanîya rêwa’’ dike.

Daîreya Xizmetên Zanistî ya Meclîsa Federal ya Almanya ragihandibû ku operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê ne li gor hiqûqa navdewletî ye û ji wî welatî xwestibû ku bo berevanîya rêwa delîlên berbiçav nîşan bide.

XS
SM
MD
LG