Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Rêvebirê Xwaringehekê bi Sedema Biçûkxistina Erdogan Digire


Ajansa Reuters îro Duşemê ragihand ku karbidestên Tirk rêvebirekî kafeterya li navenda rojnameya Cumhuriyet girtiye, bi sedema ku wî haqaretan li Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kiriye.

Reuters dide zanîn ku navê wî rêvebirî Şenol Buran ew derengîya şeva Şemîyê ji mala xwe hatiye girtin.

Parêzerê Buran, Ozgur Urfa ragihand ku piştî gilîya polîsekî zerevan li pêş rojnamê, Buran hatiye girtin, bi sedema ku wî gotiye “eger Erdogan were vê derê, ez çayê nadim wî.”

Li gor qanûnên Tirkîyê biçûkxistina serokomar tawan e û heta çar sal cezayê zindanê dikare li tawankaran bê birîn.

Hêjayî bîrxistinê ye ku awuqatên Erdogan heta niha pirtir ji 1,800 doz li hember kesên curbicur vekirine ku di nav wan de rojnamevan, sîyasetvan û xwendekar jî hene.

XS
SM
MD
LG