Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Almanya bi Alîkarîdayîn û Hewendina Terorê Tawanbar Dike


Rojnamevanê Almanî Denîz Yucel

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê Almanya bi “alîkarîdan û hewendina terorê” tawanbar kir û îdia kir ku Denîz Yucel, rojnamevanê ku vê heftê girêdayî tawanên terorê hate girtin, sixurekî Almanya ye.

"Divê ew kes jibo alîkarîkirin û hewandina terorîzmê werin darizandin," Erdogan got. Wî karbidestên Almanî rexne kir ku mîtînga wezîrên Tirk ya jibo civata Tirkî qedexe kir, lê destûr dide rêberên Kurd yên qedexekirî.

Erdogan ki li Stenbolê dipeyvî, îdia kir ku nûçegîhanê rojnameya Die Welt ya Almanî, Yucel “ajanekî Almanî” ye.

XS
SM
MD
LG