Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Piştî Biryara Berdana 2 Rojnemevanan Hişyarî Dide Bilindtirîn Dadgeha Welêt


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp îro Înê got, biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn ya berdana 2 rojnamevanan, kiryareke hember Tirkîyê bû.

Erdogan hişyarî da ku biryarên wî rengî dikarin pirsgirêka rêwabûna dadgehê bîne rojevê.

"Ev sazî bi rola serok û hin endamên xwe, biryareke wuha ya dijî welat û gelê xwe da, taybetî li ser mijareke ku mînaka zelal ya yek jî mezintirîn êrîşên hember Tirkîyê ye,” Erdogan li bajari Burdurê got.

Wî bi berdewamî got, hêvîya wî ew e ku dadgehê careke din biryarên wiha nede ku hebûn û meşrubûna wê nebe cîhê şik û nîqaşan.

XS
SM
MD
LG