Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dubare Dike ku Hewila Darbeya Têkçûyî Karekî Derve Ye


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro dubare kir ku hewila darbeya neserketî li dervayê welêt hatiye plan kirin.

"Ev darbe ne tenê hewleke karekî hindurîn bû. Aktorên navxweyî senaryoya ku li derve hate nivîsîn bi cîh anîn," Erdogan got.

Erdogan Fetullah Gulen ku ji 20 salan vir ve li Amerîka dijî, bi plankarîya hewila darbê tawanbar dike, lê Gulen îdiayên wiha bi tundî red dike.

Tirkîye ji Amerîka daxwaza radestkirina Gulen ê 75 salî kir û hin belge li ser îdiayên rola wî di darbê de şandin Washingtonê.

Erdogan welatên Rojava jî bi tundî tawanbar kir û ew bi piştgirîdayîna terorîzmê sucdar kirin.

"Mixabin welatên Rojava piştgirî didin terorîzmê û li kelêka darbevanan disekinin. Yên ku me wek hevalên xwe fikrîbû, niha li ba darbevan û terorîstan radiwestin, ”Erdogan bi berdewamî got.

XS
SM
MD
LG