Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AKP Kongreya Awarte Dike, Davutoglu Dest ji Serokwezîrêyê Berdide


Ajansa AFP radigihîne ku Partîya Dad û Pêşvebitrinê (AKP) ya desthilatdar li Tirkîyê, di 22yê Gulanê de kongreyeke awarte li dar xe û wê Serokwezîr Ahmet Davutoglu di wê kongrê de bê guhertin.

Civîna Desteya Rêvebir ya AKP, piştî hevdîtina Serokomar Recep Taayyîp Erdogan û Davutoglu do Çarşemê kom bû û biryara pêkanîna kongreya awarte da.

AKP di wê kongreyê de rêberê nû ya partîyê hilbijêre ku ew kes wê bibe serokwezîrê nû ya Tirkîyê jî.

Ofîsa Davutoglu ti şîrove nedaye AFP, lê karbidestekî daye zanîn ku Davutoglu wê daxuyanîyeke berfireh bide bîragiştî.

Çûna Davutoglu ji posta serokwezîrîyê wê desthilata Erdogan wê hîn xurtir bike.

Mêjve raport hebûn ku di navbera Erdogan û Davutoglu de pirsgirêk hene, lê her du alî wê yekê înkar dikir.

XS
SM
MD
LG