Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan "Dersên Demokrasîyê" ji Welatên Rojava Red Dike


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê got, ew “dersên demokrasîyê ji Rojava” red dikin, di vê demê de ku rexneyên Amerîka û Yekîtîya Ewrupa li ser giwaştin û zextên ser azadîya medya li Tirkîyê pirtir dibin.

Erdogan got ku divê kesên ku derheqa demokrasî û mafên mirovan dersan didine me, pêşî li şerma xwe binêrin.

Hêjayî bîrxistinê ye, Serokê Amerîka Barack Obama nerazîbûna xwe li ser rewşa xirab ya azadîya ragihandinê dîyar kiribû.

Obama darizandina du rojnamevanan, bi sedema ku “sirên dewletê eşkere kirine” wek kêşebar bi nav kiribû.

XS
SM
MD
LG