Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje Sûrîyeke Yekgirtî û Aştîyane bi Esad Ne Pêkan E


Erdogan û Esad

Îbrahîm Kalin, berdevkê serokomarîya Tirkîyê îro Înê ragihand ku bi bawerîya wan Sûrîyeke yekgirtî û aştîyane bi hebûna Serokê Sûrî Beşar Esad ne pêkan e.

Kalin da zanîn ku tevî wê yekê jî ew dixwazin gav bi gav pêşde herin û encamên danûstandinên aştî yên plankirî li Astana bibînin.

"Pozîsyona me ya derheqa Esad zelal e. Em bawer nakin ku Sûrîyeke yekgirt û aştîyane bi mayîna Esad li ser deshilatê pêkan e. Lê, emê li encamên danûstandinên Astana binêrin û dixwazin hêdî hêdî pêşde herin,” Kalin got.

Kalin ku li Enqerê li pêş nûçegîhanan dipeyvî, dîyar kir ku şerê li Sûrîyê, bi xêra agirbesta bi navbeynkarîya Tirkîyê û Rûsya, bi piranî sekinîye.

XS
SM
MD
LG