Lînkên eksesibilîtî

Erdogan: Aniha Peywendî di Navbera Enqerê û Şamê Tuneye


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku vê gavê peywendî di navbera Enqerê û Şamê tuneye, tevî ku her du alî jî dijî hêza Kurdên Sûrîyê ne.

Enqerê di tevahîya şerê navxweyî ya Sûrîyê de dijî Esad bû û ew bi tawanên cengî sucdar dikir.

Erdogan da zanîn ku Serokê Rûsî Vladimir Putin ji wî re gotiye ku Serokê Sûrî Beşar Esad jî bi neyênî li komên çekdar yên Kurdên Sûrî dinêre.

“Putin ji min re got ku Esad naxwaze PYD û baska wê ya leşkerî YPG di danûstandinên aştîyê de cîh bigirin,” Erdogan got.

YPG, ku ji hêla Amerîka ve wek hêza herî bi bandor ya dijî DAIŞê tê dîtin, herêmên berfireh li bakurê Sûrîyê kontrol dike.

Tirkîye PYD/YPG wek grubên "terorê" dibîne ku girêdayî PKK’ê ya qedekirî ne ku ji sala 1984’an vir ve dijî Enqerê şer dike.

Putin roja Çarşemê plana darxistina konferansekê ragihandibû ku alîyên curbicur li hev bîne ku peyvajoya aştîyê bivejîne.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG