Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Ku Yekîtîya Ewrupa Gefên Xwe Bidomîne, Emê Sînoran Vekin


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan Yekîtîya Ewrupa hişyarî ku ger gefên wan bidome, hîngê ewê bihêle ku bi sed hezaran penaber ber bi welatên Ewrupî ve biherikin.

Erdogan li Stenbolê bersîva biryara dohî ya Parlemana Ewrupî ya cemidandina danûstandinên endamtîyê da û bi tundî gefan li Ewrupa xwar.

“Dema 50,000 penaber bigihejin ber derîyê sînorê li bajarê Kapikule, hunê çi bikin? Baş bifikrin! Eger ev tişt berdewam bike, ev sînor gîş bêne vekirin, Divê hun vê yekê bizanin. Ne ez, ne jî gelê me guh nadin gefên we yên pûç!,” Erdogan got.

Qanûndanêrên Yekîtîya Ewrupî roja Pêncşemê biryar dabûn ku danûstandinên endamtîya Tirkîyê bicemidînin, bi sedema ku Enqerê hewla darbeya têkçûyî bo giwaştin û bêdengkirina hevrikan dixebitîne.

Endamên Parlemana Ewrupî bi 479 beramber 37 dengan biryar erê kiribû û bang li Komîsyona Ewrupî û hikûmetên welatên endam kir ku piştgirî bidin biryarê.

Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim nerazîbûna xwe li hember biryara Yekîtîya Ewrupî nîşan dabû û ew wek gaveke negirîng nirxandibû.

Yildirim jî wek Erdogan hişyarî da ku bi qutkirina peywendîyên xwe ligel Tirkîyê, Ewrupa dikare rûbirûyê hatina girseyên mezin yên penaberan bibe.

Li ber e, rêberên Yekîtîya Ewrupî di hilcivîna asayî ya 15-16ê de meha were de, li Brukselê bicivin û rewşa Tirkîyê gotubêj bikin.

XS
SM
MD
LG