Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dixwaze Karsazîyên ligel Gulen Peywendîdar Tune Bike


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro soza armancgirtina karsazîyên bi Fetullah Gulen re peywendîdar da ku Ewdogan wî bi plandanerîya hewila darbeya leşkerî bi nav dike.

Erdogan di kombûna xwe ya ligel nûnerên odeyên bazirganîyan de, li Enqerê got ku hikûmeta wî bi biryar e hemî karsazîyên ku girêdana wan bi wê rêxistinê dest bi xwîn heye ji holê rakin.

Wî got her qiruşekî ku diçe tevgera Fethullah Gulen guleyek e ku li hember vî gelî tê avêtin.

Erdogan Gulen, ku ji sala 199an vir ve li Pennsylvania dijî, wek terorîst bi nav kir û daxwaza radestkirina wî ji Amerîka kir.

Gulen îdiayên Erdogan red dike ku rola wî dî hewila darbeya neserketî heye.

XS
SM
MD
LG