Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Ger Heftar Êrîşan Bidomîne Emê Dersekê Baş Bidin Wî


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê got ku Tirkîye dê dersekê bide Xelîfe Heftar, ger hêzên wî yên li rojhilata Lîbyayê bi berdewamî êrîş bibin ser hikûmeta li Trablusê.

“Ger êrîşên Heftarê darbekar yên dijî gelê Lîbyayê û hikûmeta wê ya rewa berdewam bikin, emê bê şik dersekê bidin wî. Parastina kesên bi me re girêdayî li Lîbyayê, erka me ye,” Erdogan li parlamanê got.

Wî ji parlamanterên partîya xwe re got ku Tirkîye ligel Lîbyayî xwedî peywendîyên dîrokî û civakî yên kûr e û ger Tirkîyê maytekirinê nekiriba, Heftar dê hemî Lîbya kontrol bikira.

Berdevika Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zaharova ragihandibû Heftar bê ku peymana agirbestê îmza bike ji Moskowê çû, lê wî zêdetir dem xwest ku hizira xwe li ser peymanê bike.

Peyvajoya agirbestê ya Lîbya bi pêşengîya Rûsya û Tirkîyê hatibû pêş û serokê hikûmeta Trablusê Fayez el-Serac ya piştgirîya xwe ji agirbestê re dîyar kiribû.

Hêjayî balkişandinê ye ku Misir, Erebîstana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û çekdarên ser bi Rûsya piştgirî didin hikûmeta Xeftar û Tirkîye û Qatar jî piştgirîya hikûmeta Trablusê dikin.

XS
SM
MD
LG