Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: 3 Mîlyon Penaberên Sûrî Dikarin Vegerin Herêma Ewle


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erogan, piştîcivîna sêqolî ya ligel Serokê Rûsya Vladimir Putîn û yê Îranê Hesen Ruhanî got ku 3 mîlyon penaberên Sûrî dikarin vegerin herêma ewle ku Enqere li bakurê Sûrîyê plan dike.

Erdogan di preskonferansa bi hazirbûna Putin û Ruhanî got ku bi spasîya hilcivîna wan rê li ber avakirina komîteya qanûna bingehîn hate vekirin û ew komîtê wê di demeke kurt de dest bi xebatê bike.

Erdogan herwiha got ku piştgirîy komên mîlîtan ya di bin hecêta “dijî DAIŞ’ê şer dikin” nayê qebûl kirin. Wî îdia kir ku li Sûrîyê gefa serekî YPG ye.

XS
SM
MD
LG