Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Ger Tole Werin Danan, Kurdên Îraqê Birçî Bimînin


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê hişyarî da ku Kurdên Îraqê dikarin birçî bimînin, ger Tirkîye biryar bide hatin, çûna qamyonan û herikîna petrolê bisekinîne.

Erdogan got ku wek bersîvdana referandumê, ew toleyên aborî û leşkerî jî nav de, pêdaçûnê li ser hemî bijareyan dikin.

“Dema em dest bi danana toleyên xwe bikin, ewê xwe di rewşeke xirab de bibînin. Gava me borîyên neftê girtin, hemî dahatîyan wan dê tunebin û gava qamyonên me nema herin Bakurê Îraqê, ewê nikaribin xwarinê peyda bikin,” Erdogan got.

Tirkîye ji demeke dirêj vir ve dergehê Herêma Kurdistanê ya ji cîhana derve yê, lê Enqere ji referandumê pir hêrs bûye, bi sedema ku Kurdên navxweyî jî heman daxwazê bikin.

Cara çendan e ku Erdogan qala toleyên aborî û leşkerî li hember Kurdên Îraqê dike, lê heta niha nayê zanîn ku naveroka wan toleyan wê çawa be.

Erdogan herwiha Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî jî bi îxanetê tawanbar kir ku referandum pêk anî.

“Heta kêlîya dawî me çaverê nedikir ku Barzanî çewtîyeke wiha bike, Lê xuya ye ku em şaş bûne. Biryata wê referandumê, bê ku li me werew şêwirîn, hate standin. Ev îxanet e,”Erdogan got.

Şîroveyên tûj yên Erdogan di vê demê de tên ku hêzên çekdar yên Tirk û Îraqî li nêzî tixubê Herêma Kurdistanê hîndarîyeke leşkerî ya hevbeş didomînin.

XS
SM
MD
LG