Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan bo Agirbesteke li Îdlibê Bang li Rêberên Rûsya û Îranê Dike


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê bang li rêberên Rûsya û Îranê kir ku li ser agirbestekê li Îdlibê li hev werin.

Erdogan li Tehranê got ku biryareke wiha dê bibe serketina herî mezin ya hilcivîna wan ya ser Îdlibê.

Rûsya, Tirkîye û Îran ku sê aktorên serekî yên şerê navxweyî yê Sûrîyê ne, îro li Tehrana paytexta Îranê dicivin ku sibêroja Îdlibê gotûbêj bikin, di vê demê de ku hikûmeta Sûrî hazirîya operasyoneke mezin li ser wê hêrêmê dike.

Tevî ku Tirkîye operasyoneke wiha naxwaze, Rûsya û Îran dîyar dikin ku operasyona Îdlibê bo dawîkirina terora li Sûrîyê girîng e.

Hêjayî balkişandinê ye ku Îdlib herema dawî ya li Sûrîyê ye ku serhildayên dijî Serokê Sûrî Beşar Esad kontrol dikin.

XS
SM
MD
LG