Lînkên eksesibilîtî

Erdogan Kurdên Îraqê bi Artêşa Tirkîyê Tehdît Dike


Turkey Politics

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, wek bersîvdana referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê, îro gefa maytekirineke leşkerî kir.

Erdogan li paytaxt Enqerê got ku serxwebûna Kurdan nayê qebûl kirin, jiber ku ew li ser ewlekarîya wan ya netewî xeter e.

Wî bal kişand ku artêşa Tirkîyê li ser sînorê Herêma Kurdistanê hîndarîyeke leşkerî didomîne,

"Artêşa me ne bê sedem li ser tixub e. Dibe ku şevekê, nişkeve têkevin wê derê.”

Erdogan herwiha got ku Tirkîye dê tedbîrên sîyasî, ekonomîk û leşkerî li hember biryara Kurdên Îraqê wergire û herikîna petrolê ji xeta borî ya ji wê heremê rawestîne.

"Ka em binêrin -ewê çawa û ji kîjan kanalan -- petrola xwe bifroşin. Kilîla xeta petrolê di destê me de ye. Dema me ev daxist, firotina wan bi dawî dibe."

Erdogan bi berdewanî got ku derbazbûna ji sînor yekalî hate girtin û Tirkîyê dê bi tevahî wî sînorî bigire.

XS
SM
MD
LG