Lînkên eksesibilîtî

Erdogan: Emê Toleyên Nû Ser Bakurê Îraqê Deynin


Erdogan îro got ku ewê wek bersîvdana referandumê, toleyên nû li ser bakurê Îraqê deynin.

“Me heta niha tenê bi hin ambargoyan bersîva bakurê Îraqê daye, l,ê ger hêşa xwe neyînin serê xwe, toleyên me dê bi awayekî zêdetir bidomin,” Erdogan ji qanûndanêrên AKPê re got.

Kurdên Îraqê, tevî dijberîya xurt ya cîranên xwe, bi awayekî xurt piştgirî da referanduma hefteya borî.

Taybetî Tirkîye, bi sedema ku Kurdên navxweyî jî dikarin heman daxwazê bikin, reaksîyoneke xurt li dijî referandumê nîşan dide.

XS
SM
MD
LG