Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Ewê Demeke Nêzîk Leşkeran Bişînin Lîbyayê


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê got ku ewê di demeke nêzîk de dest bi şandina leşkeran ji Lîbyayê re bikin da ku piştgirîya hikûmeta Trablusê bikin.

Erdogan dîyar kir ku Tirkîyê wê hemî kanînên xwe yên dîplomatîk û leşkerî bi kar bîne ku aramî û îstiqrara başûrê tixûbê xwe misoger bike.

“Jibo parastina hikûmeta rewa ya Lîbayê û bona cîhanîna îstiqrarê, em niha leşkerên xwe dişînin wî welatî. Li herêmên ku di navbera Tirkîyê û Lîbyayê dimînin, ji alîyê qanûnî ne pêkan e ku bê destûra her du alîyan xebatên lêgerînê û kolandinê biin û xeta borîya gazê derbaz bikin,” Erdogan li Enqerê got.

Li ser banga Rûsya û Tirkîyê, li Lîbya agirbest hatibû ragihandin lê General Xelîfe Hafter piştî danûstandinên li Moskowê peymana agirbestê îmza nekiribû.

Hêjayî balkişandinê ye ku Misir, Erebîstana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û çekdarên ser bi Rûsya piştgirî didin hikûmeta Heftar û Tirkîye û Qatar jî piştgirîya hikûmeta Trablusê dikin.

XS
SM
MD
LG