Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Ser Rewşa Sûrîyê û Îraqê bi Obama re Peyîvî


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê bi telefonê li ser rewşa Sûrîye û Îraqê bi Serokê Amerîka Barack Obama re peyîvî.

Erdogan got wî ji Obama re qala zorî û zehmetiyên derketina sivîlên rojhilata Helebê kiriye û Obama jî gotiye ku em çawa dikarin alîkarîyê bikin.

Erdogan li Enqerê, di daxuyanîya bi hazirbûna Serokê Slovenya re de dîyar kir ku heta niha 1150 sîvîl û birîndar ji rojhilata Helebê hatine derxistin.

Erdogan da zanîn ku wî bi Obama re taybet li ser Îraqê jî axifîye ku li gor hikûmeta Tirk metirsî heye Tilefer bikeve dest komên Îran piştgirîya wan dike û Şengal jî di bikeve bin kontrola şervanên PKKê.

''Bi taybetî li Şengalê û Tileferê ku rewşeke em napejirînin pêk were, bepirsîya me wê çiqasî girîng be min bi bîra birêz Obama xist,'' Erdogan got.

Hêjayî balkişandinê ye ku jiber ku hikûmeta Sûrîyê kontrola Helebê jinûve bi dest xist, sîyaseta Tirkîyê ya jibo Sûrîyê têk çû li herêmê serkeftineke mezin bi dest Îranê ket.

XS
SM
MD
LG