Ajansa AFP ji zarê ofîsa seroktîya Tirkîyê ragihand ku Serok Recep Tayyîp Erdogan wê bi Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence re bicive.
"Îro dema zûtir Serok ji @SkyNews re gotibû ku ewê bi şandeya Amerîkî re rûnene ku îro tê Enqerê. Ew plan dike ku bi bi şandeya di bin pêşengîya @VP (Pence) bicive," rêvebirê ragihandinê yê Erdogan, Fahrettîn Altun ji Twitterê ragihand.
Erdogan ji televîzyona Sky News re gotibû ku ewê bi Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence û Wezîrê Derve yê Amerîka hevdîtinan neke.
Wî gotibû ku bila Trump were Tirkîyê jiber ku ewê tenê bi Trump re bipeyîve û divê Pence û Pompeo bi hevtayên xwe re biaxifin.