Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Qonaxeke Nû ligel Rûsya Destpê Dike


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ku di serdaneke fermî de li Rûsya ye, îro dibêje ku di peywendîya navbera Tirkîyê û Rûsya de qonaxeke nû vedibe.

Erdogan ew gotinên xwe, piştî hevdîtina ligel Serokê Rûsî Vladimir Putin, li bajarê St. Petersburg kirin.

Erdogan ku piştî hewila darbeya têkçûyî cara yekê diçe dervayê welêt, pesna Putin da ku di dema hewila darbê de piştgirî daye welatê wî.

Putin jî dîyar kir ku ew serdan di demeke pir krîtîk de tê û hemî alî daxwaza dîyalogê û xurtkirina peywendîyan dikin.

XS
SM
MD
LG