Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê got ku Enqere nema dikare hember êrîşên artêşa Sûrî yên li Îdlibê bêdeng bimîne.
“Ger em bi Rûsy re hevbendên dilsoz in, divê ew helwesteke zelal nîşan bidin... Daxwaza me ew e ku Rûsya demûdest hişyarîya bide rejîma Sûrî ku wek hevala we dibîne,” Erdogan got.
Wî bi berdewam got ku peyvajoya Astana jî pûç bûye û divê Tirkîye, Rûsya û Îran jibo vejandina vê prosesê xebatên xwe xurt bikin.
Erdogan herwiha rexne li helwesta Rûsya girt ku rêketina heyî ya li Îdlibê binpê dike û pêbendî bi Astana û Soçî nake.
Tirkîye bi tirs e ku operasyona hikûmeta Sûrî ya bi piştgirîya êrîşên esmanî yên Rûsî rûniştvanên Îdlibê neçar dike ku ber bi sînorê wê ve birevin.