Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Bang li Hemwelatîyan Dike ku di Referandumê de Dengê Erê Bidin


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bang li hemwelatîyên xwe kir ku di referandumê de dengê erê bidin da ku yên ku dixwazin Tirkîyê perçe bikin, cesaret negirin.

Erdogan got ku ew hîn pêdaçûnê li ser pêşnîyara guherîna hîn xalên qanûna bingehîn dike û ewê di nav vê hefteyê de helwesta xwe nîşan bide.

"Ez qet dikin ku gelê min ti car peyamên erênî nade Qandîl, Îmrali û ew kesên ku welatê me teror dike," Erdogan di preskonferansekê de got. Mebesta wî Çîyayê Qendîl e ku bingeha serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye û Girava Îmrali ye ku rêberê wê Abdullah Ocalan ji 1999’an vir ve li wê derê zindankirî ye.

Hêjayî balkişandinê ye ku piştî Erdogan pêşnîyar îmza kir, hîngê di nav 60 rojan de referandum wê pêk were û eger dengê erê zêde bin, Erdogan hêvî dike ku heta 2029’an li ser desthilatê bimîne.

XS
SM
MD
LG