Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Îro Dest bi Kempeyna Referandumê Kir


Turkey's President Recep Tayyip Erdogan addresses local administrators, in Ankara, Feb. 8, 2017.
Turkey's President Recep Tayyip Erdogan addresses local administrators, in Ankara, Feb. 8, 2017.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê kempeyna xwe ya bo dengê “erê” di referandumê de destpê kir ku hêza wî berfirehtir dike.

Erdogan ku berî demeke kin ji serdana welatên Kendavê vegerî, îro li bajarê Mereşê peyîvî û piştgirî xwest. Mereş yek ji wan bajaran e ku di hilbijartina seroktî ya 2014'an de bi awayekî pir xurt piştevanîya Erdogan kiribû.

"Em li ber biryareke dîrokî ne. 16'ê Nîsanê wê bibe şeva ku emê reformên nû pêk bînin," Erdogan di axaftina xwe ya pêş bi deha hezaran kes got.

Erdogan bi berdewamî dîyar kir ku sîstema nû wê cûdabûnke zelal di navbera sîstemên cîhanîn û qanûndanêrî biafrîne da ku herkes bala xwe bide karê xwe.

Analîst pêşbînî dikin ku di referanduma guhertina qanûna bingehîn de dengên “erê” û “na” nêzîkî hev in û loma jî Erdogan wê di du mehên were de li seranser Tirkîyê kempeynê bimeşîne.

Rikeberên Erdogan bi tirs in ku sîstema seroktî – ku carayek di dîroka Tirkîyê de posta serokwezîrî ji holê radike – di bin rêvebirîya Erdogan de, desthilata yek-kesî bîne Tirkîyê.

XS
SM
MD
LG