Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Ezê Mijara Kirîna Muşekên Patriot bi Trump re Gotûbêj Bikim


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê got ku ewê mijara kirîna muşeka Patriot ya Amerîkî di vê mehê de bi Serokê Amerîka Donald Trump re gotûbêj bike.

Wî got ku peywendîya wî ya şexsî dikare kêşeyên heyî yên navbera her du dewletan, ku jiber kirîna çekên Rûsî derketine pêş, çareser bike.

Erdogan ji Reutersê re got ku wî babeta kirîna Patriotan, du hefte berê bi telefonê ligel Trump nîqaş kiriye û ewê di kombûna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî vê mijarê careke din bîne rojevê.

XS
SM
MD
LG