Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Amerîka û Rûsya Soza Derxistina YPG'ê bi Cîh Neanî


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê Amerîka û Rûsya tawanbar kir ku soza derxistina çekdarên Kurd ji herêma sînorê Tikîyê bî cîh neanîye.

Erdogan got ku ewê vê mijarê di hevdîtina xwe ya ligel Trump de bîne rojevê.

“Di danûstandinên me de, yên ku soz dane me ku YPG wê di nav 120 demjimêran de vekişe, nekarîn ew soz bi cîh bînin,” Erdogan li Budapeştê ya paytexta Macaristanê got.

Erdogan hem Amerîka hem jî Rûsya bi tundî rexne kir.

“Ne Amerîka ne jî Rûsya di nava 120 yan 150 seetan de nekarîbûn terorîstan ji herêmê derxînin,” Erdogan bi berdewamî got.

XS
SM
MD
LG