Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Kêmahîya Wan ya Vaksîna COVID-19 Tuneye


Kolanên Enqerê

Serokê Tirkîyê Recep Erdogan îro Înê got ku aniha di destê wan de bi têra xwe vaksdînên dijî COVID-19.

Erdogan got ku ew li benda kirîna nû vaksînan ji Moskow û Pekînê ne.

“Ezê di nîva yekê ya meha Gulanê de bi Serokê Çînê Xi Jinping re mijara vaksînê gotûbêj bikim. Dîsa, emê pirtir vaksînên ji BioNTech û Pfizer jî wergirin. Bi destûra xwedê wê rewşa me baş be."

Daxuyanîya Erdogan du roj piştî ku gotinên Wezîrê Saxlemîyê Fahrettîn Koca tê ku gotibû di du mehên pêş de kêmahîya vaksînên wê peyda be.

Tirkîye vaksîna Sinovac ya Çînê û ya BioNTech û Pfizer bi kar tîne û îro wezareta saxlamîyê ragihand ku ji vaksîna Rûsî Sputnik V re destûra awarte hate dayîn.

Wezaretê herwiha ragihand ku heta niha 23 mîlyon doz vaksîn hatine lêdan û 13.7 mîlyon kes hatine vaksîn kirin û % 16 nûfûsê herî kêm vaksînekê li xwe dane.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG