Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Rexne li YE Dike, Raporta Wê Prokovaktîf Dibîne


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Seşemê li Enqerê rexneyên tund li Yekîtîya Ewrupa (YE) û raporta wê ya ser Tirkîyê kir.

Erdogan di axaftina xwe deya pêş muxtaran de ku di televîzyonan de zindî hate weşandin de got, ji hewcedarîya wan pirtir, pêdivîya YE bi Tirkîyê heye.

Wî nerazîbûna xwe ya derbarê raporta YE ya ser Tirkîyê, ku gotibû demokrasîya Tirkîyê ber bi paşve diçe, dîyar kir û raport wek provokatîf bi nav kir.

Erdogan rexne li raportê kir ku behsa 2.7 mîlyon penaberên Sûrî, ku ji alîyê Tirkîyê tên hewandin, nekiriye.

Şîroveyên Erdogan di vê demê de tê ku di navbera Yekîtîya Ewrupa û Tirkîyê de daxuyanîyên tund li ser cudabîrîyên rêkeftina meha Adarê têne dayîn.

XS
SM
MD
LG