Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Gefan li YE Dike ku Dijberîya Oprasyona Sûrîyê Neke


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê gef li welatên Ewrupî xwar û got ku ger Yekîtîya Ewrupî helwesta xwe ya binavkirina erîşa Tirkîyê wek dagirkirîyê bidomîne, ewê derî vekin û 3.6 mîlyon penaberên Sûrî bişînin Ewrupa.

Erdogan ji rêvebirên partîya xwe AKP rê, li Enqerê got ku di operasyona Buhara Aştîyê de heya niha zêdetirî 100 şervanên Kurd li bakurê Sûrîyê hatine kuştin.

"Ey Yekîtîya Ewrupî, heke hûn vê operasyonê wek dagirkerî binav bikin, wê demê emê neçar bimînin ku derîyên sînor vekin û 3.6 mîlyon penaberên Sûrî bişînin nav Ewrupa."

XS
SM
MD
LG