Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Îro bi Rêberên Ewrupî re Ser Penaberan Dicive


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro li Brukselê bi rêberên Ewrupî re dicive ku hember herikîna penaberan ji Yunanistanê re, piştgirîya wan ya diravî, sîyasî û leşkerî wergire.

Erdogan gelek caran Ewrupa rexne dike ku bi têra xwe piştgiri nade Tirkîyê ku ji binê barê penaberan Sûrî rabe.

Wî gotibû ku jiber ku Ewrupa soza xwe ya alîkarîyê nagire, ewê nema rê Ii ber penaberên ku dixwazin herin Ewrupayê, bigirin.

Enqere dibêje ku ew mêvandarîya nêzî 3.6 mîlyon penaberên Sûrî dike û ji welatên Ewrupî dixwaze ku jibo bicîhkirina penaberan Sûrî li bakurê alîkarîya diravî bidin Tirkîyê.

Yekîtîya Ewrupa gelek baldar e ku herikîna penaberan ya wek salên 2015 û 2016 dubare nebe ku hîngê ji mîlyonekê pirtir kes ji ser Yunanistanê derbazî welatên Ewrupî bûbûn.

Yekîtîya Ewrupa dide zanîn ku wê di warê jîyangeh, xwendingeh û navedên saxlemîyê de heta niha bi nirxê 3 mîlyar Euro alîlarîya dane Tirkîyê.

XS
SM
MD
LG