Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Hêzên YPG'ê ji Herema Sînorê Sûrîye Derneketine


Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan îro Seşêmê li parlamana Tirkîyê axifî. û got ku şervanên YPG’ê ji hinek heremên li ser sînorê Sûrîyê venekşîyane.

Wî got ku bi şêwazeke dijî rêketina navbera Tirkîyê û Amrîka, hezên Amerîkî bi hezên Kurdan rê, hîn jî nobedarîyên hevbeş pêk tînin.

Di heman dema vê axaftinê de, hezên Rûsya û Tirkîyê li rojhilata bakurê Surîyê li nezika bajarê Kobanê, nobedarîya hevbeş ya bo cara duyê pêk anîn ku di çerçova peymana di navbera Moskowê û Enqerê ku şervanên YPG’ê ji 30 km ji sînorê Tirkîyê dûr bixin.

Washington û Moskow didin ragihandin ku şervanên YPG’ê ji herema sinor vekşîyane, lê Erdogan ev agahdarîya qebûl nekir.

“Ev heremana ji terorîstan natîyê paqij kirin. Terorîst ne ji Tel Rifatê ne jî ji Minbicê nehatine derxistin. Şervanên YPG’ê li rojhilatê Kobanê jî hene."

Wî ragihand ku heta ku Washington û Moskow li ser sozên xwe bimînên ewê jî li gor rêketinan tev bigerin.

Erdogan li ser nobedarîyên hevbeş yên hezên Amerîkî û şervanên YPG’ê jî wiha got:

“Ka emê bi çawa amaje bikin ku li wê heremê ku biryara vekişandine hatibû girtin, Amerîka bi rexistinên terorê re gerên nobedarîyên hevbeş dike. Ev di naveroka rêketiana me de tuneye.”

Nobedarîyên Hevbeş li derdora Kobanî

Nobedarîya hevbeş a duyemîn ya hêzên Tirk û Rûsan di navbera rojhilata Kobanê û rojavayê Girêsipî de pêk hatîye û bi dawî bûye. Li gor şahidek nobedarî bi qasî 2 demdirêjan berdewam kirîye û piştî nobedarî qedîyaye leşkerên her du alîyan vegerîyane bingehên xwe.

Wezareta Parastinê ya Tirkîyê li ser Twitterê wêneyên nobedarîyê parve kir ku nîşan da leşkerên Tirkîyê û Rûsyayê li ser sînor civîyane û nexşeyên xwendinê berî destpêkirina nobedarîyê li xerîtan dinerin.

Li gor ragihandina wezaretê firokên bêmirov (dron) jî beşdar bûne.

Hejayî bîrxistinê ye ku nobedarîyên hevbeş yên hêzên Rûsya û Tirkîyê, di çarçoveya rêkeftina 10 xalî ya navbera Rûsya û Tirkîyê de, di 22’yê Cotmehê de, li bajarê Soçî hatibû îmza kirin de, pêk tê.

Li gorî rêkeftina di navbera Rûsya û Tirkîye de, gerên hevbeş ên hêzên Rûsya û Tirkîyê li deverên sînorî yên Rojavayê bi kûrahîya 10 kîlometreyan wê pêk werin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG