Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Hişyarî Dide General Aksakalli ku Karê Nû Bipejirîne


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê hişyarî da generalekî payabilind ku nizimkirina posta xwe qebûl bike.

Tumgeneral Zekai Aksakalli, ku li gor hikûmeta Tirkîyê, di nehêlana hewila darbeya leşkerî de roleke girîng lîstîbû.

Aksakalli, wek qumandarê Hêzên Taybet yê artêşa Tirkîyê, herwiha operasyona nav axa Sûrîyê jî bi rêve dibir.

Erdogan got ku divê hemî leşker, erka pêşîya xwe, bê ku nerazîbûn nîşan bide, qebûl bike.

"Di nav leşkerî de xeyalşikestînî nabe. Çi kar li pêş wî hatiye danîn, leşker divê here û erka xwe bi cîh bîne," Erdogan îro got.

Medya Tirkîyê ragihand ku piştî ku Aksakalli di karekî nizimtir mde, wek fermandarê Binartêşa 2 ya hêzên çekdar yên Tirkîyê hate erkdar kirin, wî xwest ku karvekişîna xwe bide.

Hêjayî balkişandinê ye ku kêm caran hatiye dîtin ku serokomarê dewleta Tirk, vekirî li ser erkdarkirina serbazên artêşê axifîye.

XS
SM
MD
LG