Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel û Erdogan li Enqerê Kom Bûn


Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê li Enqerê civîyan, ku Reuters'ê ev civîn wek jinûve başkirina têkilîyên her du dewletan şirove dike.

Merkel û Erdogan piştî civîna bi qasî 3 demjimêr domand, daxuyanîyeke hevpar dan çapemenîyê û pirsên rojnamevanan bersîvandin.

''Dema hewila darbeyê me dît ku gelê Tirk jibo demokrasîyê biparêze çawa rabû ser xwe'' Merkel li ser pirsa rojnamevanê ku nêrîna wê ya derbarê referandûmê de pirsî, got.

Merkel bi berdewamî got ku di vê pêvajoya veguherîna sîyasî de, divê her tişt li gor cûdabûna hêzên desthilatdar were kirin û pêşî li azadîyê ramanê neyê girtin. Wê bal kişand ku rikeberî parçeyeke demokrasî ye'.

Almanya jî di nav de hin dewletên rojava guman dikin ku Erdogan hewila darbeyê dike sedema sereke ya bêdenkgkirina rikeberîyê. Opozîsyona Tirkîyê herwiha ditirse ku bi referanduma li ser guherandina hin xalên qanûna bingehîn, Erdogan hêza xwe ya desthilatî zêdetir bike.

Lê, Erdogan di daxuyanîya bi Merkel re opozîsyonê bi derewan tawanbar kir.

''Tiştên ku rikeberî li ser pergala seroktîyê û hilbijartina serokomarî dibêjin, dûrî rastîyê ne. Darizandin, rêvebirin jî di nav de, hemî hêz dê karên xwe bi awayekî serbest bimeşînin,'' Erdogan got.

XS
SM
MD
LG