Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Îro bi Telefonê ligel Merkel û Macron Peyîvî


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayip Erdogan roja Înî bi telefonê bi du serokên Ewrupî axifî û banga rawestandina êrîşên hikûmeta Sûrîyê kir.

Her du telefonên Erdogan bi serokên Fransa û Almanya di demeke wisa hat ku têkîlîyên Tirkîyê û Rûsya, ku di şerê navxeyî ya Sûrîyê de piştgirîya alîyên dijber dikin, aloztir bûye.

Li gor daxuyanîyeke ji ofîsa Erdogan, wî ji Serokê Fransî Emmanuel Macron û Serokwezîra Almanî Angela Merkel re got ku divê êrîşa rejîma Sûrî û piştgirên wê li Îdlibê were rawestandin.

Erdogan her wiha pêdivîya piştgirî û çalakîyeke berbiçav ya jibo rawestandina qeyrana mirovahî dubare kir.

"Di vê qonaxê de, heta ku zordarîya rejîmê li ser gelê Îdlibê berdewam be, nabe ku pirsa vekişîna me hebe,” Erdogan îro got.

Ajansa Anadolu ya dewleta Tirk ragihand ku Wezîrê Parastinê yê Tirkîyê Hulusî Akar, ligel fermandarên leşkerî, jibo çavdêrîya leşkeran çûn sînorê Tirkîye û Sûrîyê.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dide zanîn ku ji meha Berfanbarê vir li herêma Îdlibê 900,000 kes ji warên xwe derketine.

XS
SM
MD
LG