Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya di Tîrmehê de Mûşekên S-400 Dişîne Tirkîyê


Ajansa Reutersê ji zarê kompanîya dewleta Rûsî ya derfirotina çekan Rosoboronexport ragihand ku Rûsya wê di meha Tîrmehê de dest bi teslîmkirina sîstema berevanî ya S-400 ji Tirkîyê re bike.

Serokê Rosoboronexport Alexander Mikheev got ku her du alî ji mêjve ser her tişt li hev kirine.

Amerîka gefa danîna toleyên nû hember Tirkîyê kiribû, ger Tirkîye peymana bi Rûsan re bîne jîyanê û mûşekên S-400 wergire.

Enqerê jî pir caran gotibû ku divê kirîna S-400an ji Rûsya nebe cîhê xemê jiber ku ew ne dijmina Amerîka ye û her dilsoza hevalbendîya NATO ye.

XS
SM
MD
LG