Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Tirk Ser Sînora Sûrîyê Nobedarî Dikin


Leşkerên Tirk îro Înîyê li ser sînora Sûrîyê nobedarî dikin, piştî êrîşa kujêr ya vê hefteyê.

Parlemana Tirkîyê do Pêncşemê rê li ber hikûmetê vekiribû ku li derveyê welêt operasyonên leşkerî bike, piştî ku Enqereyê, wekî bersîva êrîşa Şamê, çend armancên nav tixubê Sûrî dabûn ber topan.

Parlemanê bi 320 beranber 129 dengan pêşnîyar qebûl kiribû û Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya desthilatdar û Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) piştgirî lê kirîbûn û Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Partîya Demokrasî û Aştîyê (BDP) jî li dijî wê derketibûn.

Parlamenterê BDP'ê yê bajarê Ruha'yê Îbrahîm Bînîcî di hevpeyvîna Pişka Kurdî de dîyar kiribû ku biryara parlemana Tirkîyê ne rast e û armanca rastîn ya hikûmetê ev e ku Kurdên li Sûrîyê mafên xwe yên netewî nestînin.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Beşîr Atalay piştî dengana li ser qanûnê, roja Pêncşemê ji rojnamevanan re gotibû ku qanûn ne jibo şer e, lê, jibo nehêlana kiryarên êrîşkar yên Sûrîyê ye.

Di wê êrîşa Sûrî de 5 hemwelatîyên Tirk li bajarokê Akçakale ya Ruha anku Urfa'yê hatibûn kuştin.

Hêzên girêdayî Serokê Sûrî Beşar Esed serhildayan bi wê êrîşê tawanbar kiribûn ku 2 jin û 3 jî zarok di encamê de hatibûn kuştin.
XS
SM
MD
LG