Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî: Sizayên Amerîka li Ser Îranê Karekî Terorîstî Ye


Hasan Ruhanî Serokê Îranê

Astê duberiya di nava Amerîka û Îranê de ji dema hatina şorişa Îslamî ya Îranê li sala 1979, di vê qonaxê de gihaye asta herî bilind.

Serokê Îranê Hasan Ruhanî roja Çarşemê di civînekê de li Teharn gotiye, têkiliyên Amerîka û Îranê gihane asta herî têkçûyî.

Ruhanî dibêje, sizayên Îdara Trump li ser Îranê û sektora petrol û bankan gihaye astê "karekî terorê".

Piştî ku serokê Amerîka Donald Trump biryara vekişîna welatê xwe da ji peymana navokî ya bi Îranê re, rewşa têkiliyên herdu welatan pir xerab bûne.

Desteya Radio û Televizyona Îranê radigihîne ku, Ruhanî di civîna hikûmetê de gotîye "duberîya di navbera Îran û Amerîka de gihaye asta herî xerab û Amerîka hemû hêza xwe li dij me bikar tîne".

Ruhanî dîsan gotiye "givaştinên Amerîka li ser bank û kompaniyan bi armanca rawestandina çalakiyên ligel Îranê 100% karekî teororstî ye".

Trump siza liser Îranê danîne bi armanca kêm firotina petrolê û xeniqandina aboriya wî welatî da ku dest ji pêşxistina bernama xwe ya navokî û mûşekên balistîkî berde, herwiha bizavên xwe yên li Rojhelata Navîn rawestîne bi taybet li Sûrya û Yemenê.

Li aliyekî din, wezîrî derve yê Îranê Mihemed Jawad Zarîf Amerîka bi duserî binav kir û gotiye, Amerîka hewil dide bernama me ya navokî jinav bibe û li aliyê din teknolojiya navokî difiroşe Erebistana Saûdî.

XS
SM
MD
LG