Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî: Dema Amerîka Sizayan Rake, Îran Amedye Hemû Pêgiriyên Peymana 2015ê Bicih Bîne


Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî

Îran dibêje, ew amadeye pêngavan bihavêje bo bicih anîna hemû pêgiriyên nivêskî yên di peymana navokî de ya sala 2015ê bi hêzên cîhanî re dema ku Amerîka sizayên aborî li ser welatê wan rake.

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî Yekşemê 7ê Adarê got"Îran amadeye rasterast hemû tedbîran bistîne jibo bicihanînên muqabil li gor xalên peymana navokî û hemş soz û pgiriyên xwe pêkbîne, tenê dema Amerîka sizayên neqanûnî rake û dest ji siyaseta gef kirin û givaştinan berde."

Ruhanî di dema pêşwaziya wezîrê derve yê Îrlanda de Simon Coveney de, ev axiftin kirin, yê ku jibo hewildanên dîplomasî bo zindî kirina peymana dîrokî ya navokî hewil dide. Îrlanda ne beşeke ji peymanê lê rolê Dublin di meşandina û bicih anîna peymana navokî de heye.

Ruhanî welatên Ewrupî yên beşdarên peymana navokî ya bi Îranê re, Brîtanya, Fransa û Almanya rexne kirin û ew bi bêxemî û danîna astngiyan li hember peymana navokî bi nav kirin. Û got "Îran aliyê tekane ye ku baca wê dide".

Serokê Amerîka Joe Biden îşaret bi amadebûna Amerîka dabû, ku peymana navokî zindî bikin, lê wî tekez kir ku divê pêşî Îran pêgiriyên bi hemû xalên peymana navokî re pêk bîne.

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump bi yekalî Washington ji peymana navakî ya bi Îranê re vekişand bû, peymana ku bernama navokî ya Îranê sinordar kirbû, li hember sisit kirina sizayên aborî.

Rêvebiriya Donald Trump weha didî ku peymana bi Îranê re serkeftî nebûye di çareseriya bernamê Îranê yê atomî, mûşekên balistî û piştevaniya wê bo grûpên çekdar li herêmê ku Washington wan weke komelên terrorist dibîne.

Piştî vekişîna ji peymanê di sala 2018ê de, Amerîka car din siza danîn ser Îranê, weke reaksyon li ser wan sizayan, Îranê hêdî hêdî dest ji pêgiriyên xwe yên di xalên peymanê de berda yên ku pêşxistina bernamê navokî yê Îranê sinordar dike.

XS
SM
MD
LG