Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî: Gelê Îranê Dijî Hêzên Bîyanî Serketin bi Dest Xist


Serokê Îranê Hesen Ruhanî îro Çarşemê îdia kir ku Tehranê hember hêzên bîyanî serketin bi dest xistiye û xwepêşandanên nerazîbûnê bi dawî anîye.

Ruhanî raportên hin rêxistininan bi tundî red kir ku pirtir ji 100 xwenîşander ji hêla hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin.

“Gelê Îranê careke din ji ezmûneke dîrokî bi serfirazî derbaz bû û nîşan da ku ewê nehêle ku dijminên Îranê ji rewşa heyî feyde bigire, tevî ku gilîyên wan ji rêvebirên welêt hebin jî,” Ruhanî got.

Wî dîyar kir ku xwepêşandanên jibo piştgirîya hikûmetê, nîşana herî mezin ya vîna gelê Îranê ye.

Televîzyona dewleta Îranê îro raghand ku bi hezaran kes li Reşt, Gorgan û Erdebîl li bakur, Hemedan li rojava û Şhahryar li başûrê Tehranê xwenîşanderên piştgirên hikûmetê derketin kolanan.

Lêxweşbûna Navnetewî do Sêşemê ragihandibû ku di xwepêşandanên Îranê de heta nih pirtir ji 100 xwenîşander li 21 bajarên wî welatî hatine kuştin.

Lêxweşbûna Navnetewî dabû zanîn ku li gor agahîyên ji raportên pêbawer yên ji dîdevanan, vîdyoyên piştrastkirî û ji agahîyên bizavkarên mafên mirovan, bi kêmî ve 106 xwepêşander, ji 21 bajarên Îranê hatine kuştin.

Amnesty dîyar kiribû ku reng e hejmara rastîn ya kuştîyan hîn zêdetir be û bigiheje heta 200 kesan.

Xwepêşandanên dijî hikûmetê Înîya borî destpê kiribûn, piştî ku buhayê şewitê herî kêm 50 ji sedê hatibû zêde kirin.

XS
SM
MD
LG