Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî: Amerîka Dixwaze Peywendîyên Îran û Cîhanê Bibire


Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî dîyar kir ku ewê li hember ti dewletan cengê nedin destpê kirin.

Ruhanî bê ku nav bide ser Serokê Amerîka Donald Trump got ku bêtecirbe ye.

‘’Îran dê dijî ti neteweyan cengê nede destpê kirin. Ewên li hember komek sîyasetvanên bêtecirbe ne.’’ Ruhanî got.

Wî da zanîn ku Amerîka hewil dide peywendîyên wan yên bi cîhanê re bibire, lê ewê bi ser nekevin.

Amerîka dîyar kiribû ku ewê dijî gefên Îranê 1000 leşkerên din bişînin Rojhilata Îranê.

XS
SM
MD
LG