Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî: Ger Amerîka Toleyên Dijî Îranê Pûç Bike Ewê Rê li Ber Hevdîtinê Vebe


Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî dîyar kir ku heta ku li ser wan zext hebe ewê bi rêvebirîya Amerîkî re hevdîtinê çênekin.

Ruhanî dîyar kir ger Amerîka toleyên dijî wê rake ewê rê li ber hevdîtinê vebe.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, bi rêberên Amerîka û Îranê re kom bûbû û gotibû ku jiber ku Ruhanî li New Yorkê fersenda hevdîtina Serok Donald Trump û Ruhanî çêbûye.

Serokomarê Îranê da zanîn ku heta li ser wan zext hebe ewê bersîva wan ya bo hevdîtinê neyênî be.

Ruhanî di axaftina xwe ya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Amerîka, Îsraîl û Erebistana Saudî bi gotinên giran rexne kir.

Wî dîyar kir ku Amerîka bi toleyan dijî Îranê ‘’terora aborî’’ pêk tîne.

XS
SM
MD
LG