Serokê Îranê Hasan Ruhanî roja Duşemê bi seredanek fermî ya 3 rojî gehişte paytext Bexda, ev serdana yekê ya Ruhanî ye, bo Îraqê ku herdu welatan di şerekî 8 salî de li hemberî hev bûn.
Piştî hilbijartina Ruhanî ji sala 2013an û vir de û şerê li dij DAIŞê bi taybet piştî kontrolkirina bajarê Mûsil ji aliyê çekdarên DAIŞê de sala 2014an, Îraq piştevaniyek leşkerî bihêz ji Îranê distîne.
Niha li gundê Baxoz êrîşên dawiyê bo ji nav birina DAIŞê li Rojhilatê Sûriyê tên dom kirin, Îran dixwaze piştî vê qunaxê jî piştevaniya bo Îraqê û têkiliyên bihêz yên herdu welatan berdewam bikin.
Îran hest dike ku êrîşên tûnd li ser wan hene bi taybet piştî ku serokê Amerîka Donald Trump biryara vekişîna ji peymana projeyê navokî yê Îranê dayî.
Ruhanî tevî şandên siyasî û aborî yên di asta bilind de gehişt Bexda li firîngehê wezîrê derve yê Îraqê Mihemed Alî Al Hakîm li pêşwazîya wan bû.
Ruhanî seredana menzilê Îmam Kazim kir li Bexda ku yek ji 12 Îmamên Şîayan tê hesabkirin û ciyekî giring di mezhebê şîayan de heye.
Ruhanî li gel Serokomarê Îraqê Berhem Salih civiya, piştî hevdîtinê herdu serokan preskonferansek encam da, Ruhanî got"Îraqeke tena dê bibe sedema tenahiya li hemû herêmê". Ruhanî dîsan got "Em dixwazîn welatên hevgirtî bîn, ne li dij hevbîn û kesên din bînîn nava yekêtiya xwe".
Berhem Salih Serokomarê Îraqê got, Bexda ku navendeke giringe em bextewerîn ku me cîranên Îslamî, Komara Îslamî ya Îranê û Tirkiye hene û pêgehek Arabî heye. Salih sopasiyên xwe pêşkeşî Îraqê kirin ku di şerê li dij DAIŞê de gelek alîkarîya Îraqê kirîye.
Hatiye plankirin ku Ruhanî li gel Serokwezîrê Îraqê Adil Abdulmahî û berpirsên Şîa yên siyasî û olî kom bibe û seredan dê bo 3 rojan berdewam bibe.